Back

Explore every episode of the podcast SBS Kurdish - SBS Kurdî

Dive into the complete episode list for SBS Kurdish - SBS Kurdî. Each episode is cataloged with detailed descriptions, making it easy to find and explore specific topics. Keep track of all episodes from your favorite podcast and never miss a moment of insightful content.

Rows per page:

1–50 of 608

TitlePub. DateDuration
Nûçeyên roja Înî 05 09 202505 Sep 202500:05:26
Di bûletena nûçeyên îro de: Rêberê Neonaziyan Thomas Sewell li dadgeheke Melbourne ji bo kefaletê hat red kirin... Australya û Japon li hev kirin ku hevkariya di warê parastinê de zêde bikin... Û di werzîşê de, Aryna Sabalenka ya Belarûsî ê di fînala U-S Open de bi Amanda Anisimova re bilîze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Şanoya bajarê Amedê car din perdeya lîstikvaniyê vedike05 Sep 202500:10:17
Şanoya bajarê Amedê perdeya xwe bi lîstikeke jinan vekir. Navê lîstikê JİN e û ji derhêner heta listikvanan jinin. Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen e, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar e. Herweha di raportê de behs li ser meşa 1ê îlonê Roja Aşitiya Cîhanê dibe ku bi hezaran welatî, ji bo dexwaza aşitiyê meşeke girseyî lidarket. Raporta Hatice Kamer.
The cervical screening test that could save your life - Australya Binase: Têsta pişkinîna malzarokê ku dikare jiyana we rizagar bike05 Sep 202500:10:38
Cervical cancer is preventable, but only if you catch it early. Cultural and personal barriers have often meant that women avoid cervical cancer testing. But now with the help of a world-leading test, Australia is aiming to eliminate cervical cancer by 2035. The test is a safe and culturally sensitive option for women from all backgrounds. Best of all it could save your life—or that of someone close to you. - Penceşêr yan seretana malzarokî - cervical cancer dikare were pêşîlêgirtin, heke hûn zû li xwe bipirsin. Astengiyên çandî û kesane gelek caran bûne sedema ku jin têsta penceşêra malzarokî dereng bixin. Lê niha bi alîkariya ceribandineke pêşeng a cîhanê, Australya armanc dike ku heta sala 2035an seretana malzarokî ji holê rake.
Meyade û Roza li studyoyê li ser çi diaxifin04 Sep 202500:11:23
Ez bi hevkara xwe ya berê Roza re rûniştim û em li ser 40 saliya damezrandina SBS Kurdî axifîn. Wê hestê xwe derbarê bernameyê bi me re parevekir. Herweha di nav vî beşî de peyamên nûçegîhanên me Hatice Kamer û Ehmed Xefûr jî hene.
Nûçeyên roja Pêncşemê, 4î Îlona 202504 Sep 202500:12:16
Di vê bûletene de: Hukûmet tezmînata zêdetir ji bo qurbaniyên Robodebt radigihîne... Di qezaya tirêna ser çiyayî li Portogalê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan... Û di werzîşê de, Australya tîmê xwe yê şampiyoniya athletics ya cîhanê li Tokyoyê eşkere dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike02 Sep 202500:58:42
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 28/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
Kurdish spokesperson to addresses key issues at Australian Parliament House in Canberra - Berdevkê Kurd dê li Parlemana Australya li Canberra li ser mijarên sereke biaxife29 Aug 202500:14:25
Mr Khalid Azizi, the spokesperon of the Kurdistan Democratic Party of Iran (KDPI), is presently in Australia. The conversation centered around the third anniversary of Jina Amini's death, which occurred due to a crackdown by the morality police in Tehran for not adhering to the proper hijab, as well as the situation of the Kurds in Iran. During the conversation Australia’s decision of expelling the Iranian Ambassador in Australia came up too, Mr Azizi remarked that Iran is ‘capable of anything’. - Gotûbêja bi berêz Xalid Ezîzî peyvdarê HDKI derbarê sedema hatina wî bo Australiya ye. Em li ser salvegera 3yemîn (16/9) a mirina Jina Emînî û rewşa Kurdên rojhelat (Îran) axifn. Her weha di hevpeyvînê de behs li ser dersînorkirina Balyozê Îranê ji Australya jî bû.
Serokê Baroya Amedê derbarê yasayê û binpêkirina mafan xemên xwe parvedike29 Aug 202500:10:30
Bi hezaran jin li ser medyaya civakî gelek navdarên di warên huner, sînema, û wêjeyê de eşkere dikin û îdia dikin ku wan destdirêjî li wan kirine. Parêzer Asli Pasînlî li Amedê, taybet li ser tevgera femînst û mafê jinan, xebatê dike. Beşê duyem ji raportê Hatice Kamer bi Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diaxafe. Ew roja Çarşemê digel serokên baroyên bajaran li parlemena Tirkîye, bi komîsyona pêvajoya çareseriyê re rûniştin û derbarê rewşa sîstema hiqûqê, binpêkirina mafan hizrên xwe parevekirin.
Penny Wong: "Em ji bo berjewendiya Australya kar dikin"28 Aug 202500:05:43
Koalîsyon ji hukûmetê dixwaze ku qanûnên xwe yên ji bo navnîşkirina Pasdarên Şoreşa Îranê wekî komeke terorîst bilezîne. Ev yek piştî wê yekê tê ku civata ewlehî û îstîxbarata Australyayê îdia kir ku Pasdaran êrîşên li ser civaka Cihûyan bi rê ve biriye. Balyozxaneya Îranê li Canberra vala dibe - piştî ku hukûmeta Australya tohmetên teqîner li dijî Îranê kirin û got ku Pasdarên Şoreşa Îranê fermana du êrîşan li ser civaka Cihûyan daye.
Kurdish woman's impressive career path - Çawa jineke Kurd karîyereke serkeftî ava Kir28 Aug 202500:12:30
Dr Kavi (Mufti) Haji arrived in Australia with her toddler son and husband in 1995 due to the difficult situation in Iraq during the Gulf War. She and her husband had both studied medicine and worked in rural areas in Iraq. When they arrived in Melbourne they had to study and pass exams in order to continue in their fields. Dr Haji has achieved a lot since arriving here despite the obstacles she faced. Dr Haji is now a staff consultant intensivist, and supervisor of training at Peninsula Health, Mornington Peninsula Victoria, Australia. She is an academic physician and an adjunct senior lecturer at Monash University, Faculty of Medicine, Nursing and Health Sciences. She has special interest in echocardiography and ultrasound. She has a PhD on the role of examination-assisted ultrasound in the Intensive Care Unit. Her other interest is teaching. She is a faculty in various courses in critical care, including mechanical ventilation and critical care ultrasound and echocardiography locally and internationally. - Dr Kavî Muftî û malbata xwe di sala 1995 de ji ber rewşa aloz ya li Êraqê hatin Australya. Dr Kavî jineke gelekî zîreke û gelek serkeftin bi dest xistine. Ew li nexweşxaneyeke li Melbourne li beêê lênerîna giran/intensive care kar dike. Ew herweha doktoreke akademîke û mamosteyeke şûn-bilinde li Zanîngeha Monash.Wê PhD di sonerê de bi dest xistiye. Em derbarê jiyan wê ya li Australya pêre diaxafin.
Will the First Home Buyer Guarantee scheme actually help the housing crisis? - Ma bernameya Garantiya Kirîna Xaniyê Yekem dê ji bo krîza xanîyan çareserî be?27 Aug 202500:08:12
The government's First Home Buyer Guarantee scheme will allow thousands more renters, who are struggling to save for the usual 20 per cent home deposit, the chance to enter the property market. But experts say the scheme, brought forward by three months to October, may not be as helpful as it initially sounds. They say it leaves those using the scheme financially vulnerable, and shuts out low-income earners. And for the next generation of first home buyers, it could make their journey to property ownership even harder. - Bernameya hukumetê ya Garantiya Kirîna Xaniyê Yekem - First Home Buyer Guarantee scheme dê rê bide bi hezaran kirêvanan ku ji bo dîposîta ji 20% berxwedidin, şansê ketina bazara milk bidin wan.
Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike26 Aug 202500:54:14
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 21/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
Kurte Nûçeyên roja Înî 22î Tebaxa 202522 Aug 202500:04:55
Di bûletena nûçeyên îro de: Îro dê reformên mezin ên parastina zarokan werin nîqaşkirin... Australya tevlî hevalbendên navneteweyî dibe û Îsraîlê ji ber plana wê ya avakirina wargehên neqanûnî li Kenara Rojava rexne dike... Rewşa hewayê li New South Wales baş dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Nûçeyên roja Pêncşemê, 21î Tebaxa 202521 Aug 202500:12:59
Di vê bûletene de: Bang ji wîlayeta Victoria tê kirin ku Australya bi reforma ewlehiya zarokan re pêşengiya wê bi sererastkirineke neteweyî bişopîne... Tê texmînkirin ku barana zêde li seranserê NSW û başûr-rojhilatê QLD berdewam bike, ku di heman demê de lêgerîna du kesên windayî berdewam dike... Û di Rugby League de, Canberra Raiders dibêje lîska wan ya sibe bi Penrith re dê nîşan bide ka ew ji bo fînalê amadene yan na. Ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hebin
Diyarbekir: Dîyake aştîxwaz zanyariyan li ser civina bi Komisyona Aşitiye re parvedike21 Aug 202500:08:31
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, roja Çarşemê li Parlemana Tirkiyê guhdare Dayikên Aşitiyê kir. Berdevka Meclîsa Komeleya Dayikên Aşitiyê Havva Kiran, tev du hevalên xwe beşdar bû û li ser navê dayikan, hêvî û bendewarî û rexneyên xwe ji endamên komîsyonê re anî ziman. Wê jibo SBSê behsa naveroka civînê kir. Hêjayî gotinê ye, ku komîsyon roja Sêşemê, bi malbatên leşker û polîsên ku di şerê nav dewlet û PKKê de hatin kuştin civiya bû.
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 13î Tebaxa 202520 Aug 202500:06:46
Di bûletena nûçeyên îro de: Hevkarên Anthony Albanese piştî ku Benjamin Netanyahu bi devkî êrîşî wî kir, parastina wî dikin... Hişyariyek ji bo lehiyê ji beravên New South Wales heta taxên hundirîn hatiye dayîn, Û di Rugby Union, Wallabies di maça dubare ya dawiya vê hefteyê li Cape Town ji lîstika Başûrî Afrîka bêtir hêvî dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Hewlêr: Serkirdeyekî navdar ê opozisyonê li Silêmanî hat girtin20 Aug 202500:07:32
Li Hewlêrê çalakvanê sîyasî Şêrwan Şêrwanî bi tawana hereşekirin li afserekî hêze emnîyetê 4 sal û 5 meh zîndan dadgehê hukum da wî. Piroseya dadgehkirinê bi amadebûna jimareyek ji parlemanteran û nûnerên rêxistinên mafê mirovan û çalakvanan berêve çû. Li alîyekî din, li Silêmanî Şaswar Abdulwahîd serokê Cûlaneweyî Neweyî Nwê ku partiyekî opozisyone û xwedan çendîn kursî li perlemana Herêma Kurdistanê û Îaqê ye bi tawanên ku çendín gilî li ser hene hat girtin.
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 19î Tebaxa 202519 Aug 202500:05:23
Di bûletena nûçeyên îro de: Amadekarî ji bo danûstandinên di navbera serokên Ukreynê û Rûsyayê di rê de ne... Piştî hefteyan ji bendewariyê, Serokwezîr Anthony Albanese li Canberra reformên aborî yên hukûmetê dan destpêkirin... Û di werzîşê de, Wallabies dibêje ew ji bo Kûpa Cîhanê ya ku ê du sale din ew mazûvaniyê bikin, bi awayekî baş ava xwe amade dikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî bike19 Aug 202501:01:22
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 14/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
Kurte Nûçeyên roja Înî 15î Tebaxa 202515 Aug 202500:05:10
Di bûletena nûçeyan de: Anthony Albanese ji bo kontrolkirina "karê bi zarokan" yê neteweyî ku demeke dirêj e tê xwestin, zextê dike... Balyozê DYA li Îsraîlê rexne li plana Australyay ya naskirina dewleta Filistînî digire... Û di yekîtiya rugby de, James O'Connor piştî birîndarbûna Ben Donaldson dê serokatiya Wallabies bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Bandorên medyaya civakî li ser mêjiyê we15 Aug 202500:04:26
Lêkolîneke nû pêşniyar dike ku bikaranîna medyaya civakî dikare bibe sedema kêmbûna asta çalakiya mêjî ya girîng di nav çend deqeyan de. Di lêkolînê de hat dîtin ku di gerandina (scrolling) mediyaya civakî de kêmbûneke mezin di warê zanîn, hest û balkişandinê de heye. Lê pispor hişyar dikin ku li ser bandora dema li ber ekranê lêkolînên bêtir hewce ne.
Diyarbakir: Komeleya Zimanê Kurdî li Îzmîrê piştî 14 rojan derî girtî car din vedibe14 Aug 202500:09:10
Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê hevpeyvînek bi hevserokê Komeleya Avesta, Remezan Kaygusuz re pêk aniye. Di 1ê meha Tebaxê de, şaredariya Konakê ya bajarê İzmirê, deriyê komeleya Avestayê mohr kir. Lê piştî bertek û nerazibûnên zêde, şaredariyê piştî 14 rojan deriyê komeleya Kurdî vekir. Şaredarî ji bo hiceta morkirina komeleyê got 'ruxsata wê ji bo perwerdehiyê nîne'. Hevserokê komeleyê Ramazan Kaygusuz, li dijî morkirina deriye komelê gotibû ''Yê ku hate morkirin ne deriye komeleyê ye, zimanê Kurdî ye.''
Nûçeyên roja Pêncşemê, 14î Tebaxa 202514 Aug 202500:12:00
Di vê bûletene de: Anthony Albanese raporên ku Hamas pêşwaziya biryara wî ya naskirina dewleta Filistînê dike şermezar dike... Îdiayên tawanên cinsî di sektora lênerîna zarokan de hema hema ji sedî 50 zêde bûne... Û di cricket de, Hişyarî heye ku hin netewe dê îflas bikin eger ew di lîstina Test Cricket berdewam bin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 13î Tebaxa 202513 Aug 202500:04:57
Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr Anthony Albanese biryara naskirina dewleta Filistînê diparêze... Şahidekî bûyera ku tê îdiakirin ku çekê polîs di dema girtinê de li Balafirgeha Sydney teqiyaye vedibêje, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Bi milyonan niştecih li Herêma Kurdistanê sûdê ji hatina elektrîkê digirn13 Aug 202500:11:58
Wezareta Elektrîkê ragihand ku niha zêdetir ji 2.7 milyon kesên li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk hene. Herweha, di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê nûçeyeke din heye ku 2 kesên ji Bexdayê hatibûn Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li benzîn xaneyekê hatibûn kuştin.
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 12î Tebaxa 202512 Aug 202500:04:39
Di bûletena nûçeyên îro de: Banka Navendî rêjeyên faîzê dadixe ji sedî 3.6 ... Tîmê kuştinê yê Victoria li ser mirina du kesan li maleke li Melbourne lêkolînê dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike12 Aug 202500:56:32
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 08/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
Kurte Nûçeyên roja Înî 8î Tebaxa 202508 Aug 202500:03:42
Di bûletena nûçeyan de: Parlmenterê New South Wales Gareth Ward berî ku Parleman deng bide ji bo derxistina wî, wî dest ji karê xwe berda... Hikûmeta Federal bi mîlyonan dolar ji bo parastina li dijî cureyeke kujer ya grîpa teyrann terxan dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Komisyona nû ya pêvajoya aştiyê li parlemana Tirkiyê civînek li dar xist07 Aug 202500:09:25
Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya nû li Parlamena Tirkiyê roja Duşemê 5ê Tebaxê civîna xwe ya yekem li dar xist, ku ev gaveke girînge ber bi çêkirina çarçoveyeke yasayî ji bo çareseriyeke siyasî ya demdirêj ji bo pirsgirêka Kurd û vejandina pêvajoya aştiyê ya berfirehtir li seranserê Tirkiyeyê, da em zêdetir li ser pêvajoyê bizanibin em bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.
Nûçeyên roja Pêncşemê, 7î Tebaxa 202507 Aug 202500:10:31
Di vê bûletene de: Dîplomatên Australî dibêjin nenaskirina dewleta Filistînî dê ji bo Îsraîlê xelat be... Weqfa Penceşêra Memikê ya Neteweyî 25 milyon dolar ji bo lêkolînê dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Girîngiya firçekirina diranên xwe07 Aug 202500:08:44
Dr Omid Allan nêzîkî 30 salî ezmûna xwe di warê diranan de ye. Ew ji bo pêşvexistina tenduristiya devkî ya nexweşên ji her temenî kar dike. Ji sala 2000an vir ve, ew di warê çandina diranan de pispor e. Di axaftineke bi Dr Allan re ew têgihiştinên xwe yên li ser lênêrîna diranan hem ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan parve dike. Nêzîkatiya wî ne tenê dermankirine lê di heman demê de li ser perwerdehiyê jî tekez dike - hêzê dide nexweşan ku berpirsiyariya başiya diranên xwe bigirin ser xwe.
Kesatiyekî ayînî Êzîdî li Almaniya tê êrîşkirin07 Aug 202500:08:05
Li Almanya xurtekî êrişe Mîr Hazim Tehsîn Beg mîrê Êzidiyan kiriye ku vê yekê gelek diltengî ji bo civaka Êzîdî çêkir. Herweha di naveroka raportê de behsa rêjeya xenqandina xelkê bi melevanîyan dibe ku ev bûyerana gelekî zêdebûne. Em derbarê van herdu mijarên li jor bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.
"A ku ji me re hatiye îspatkirin Sûriye nikare vegere sîstema berê"06 Aug 202500:12:00
Guhertineke siyasî ya girîng li Sûriyê çêdibe, ji ber ku hukûmeta demkî ya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên bi pêşengiya Kurdan ber bi gaveke nûh ve diçin. Di 10ê Adara 2025an de, serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî peymanek dîrokî îmze kirin da ku HSDê tevlî dezgeha dewleta Sûriyeyê bikin. Em derbarê wê babetê û babetên din bi Hev-Serokê Partiya Yeketiya Demokratîk berêz Salih Mislim re diaxafin.
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 6î Tebaxa 202506 Aug 202500:05:42
Di bûletena nûçeyên îro de: Bi hezaran mamosteyên Queensland ji ber mûçe û şert û mercan derdikevin girêvê... Australya û Fransa dê meha bê li Neteweyên Yekbûyî li ser dewleta Filistînê danûstendinê bikin. Û di futbolê de, mirina efsaneyekî Portogalî. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Tebaxa 202505 Aug 202500:04:24
Di bûletena nûçeyên îro de: Desteya bilind a perwerdehiya navneteweyî pêşwaziya zêdebûna sînorê xwendekarên navneteweyî ji hêla hukûmetê ve dike... Wezîra Karên Derve Penny Wong bersiva tawanbarkirina welatiyekî Çînî bi destwerdana biyanî dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike05 Aug 202500:59:17
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 01/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
Kurte Nûçeyên roja 1î Tebaxa 202501 Aug 202500:04:42
Di bûletena nûçeyan de: Australya ji bacên nû yên Donald Trump e zêde rizgar bû... Diyaloga Uluru daxuyaniyeke tund da... Û di avjeniyê de, Australya li Singaporê medalyaya zêrîn a relay qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Agirên daristanan li Tirkiyê 10 agirkujan dikuje, bi hezaran bê mal dihêle01 Aug 202500:10:19
Di agirên daristanan yên li çend herêmên Tirkiyeyê de hejmareke ji kesan jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku germahiya zêde û bayên bihêz agirên wêranker li rojhilatê Deryaya Spî gur dikin. Em derbarê vê mijarê bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.
What is Garma? And why is it important? - Garma çi ye? Û çima girîng e?01 Aug 202500:06:29
The very first Garma Festival was held just before the turn of the millennium in 1999, led by the late Yunupingu. But the mission of its founders remains: to be a cross-cultural meeting of leaders to discuss improving standards of living for all First Nations people. SBS looks at a small slice of what Garma is today. And a warning - this package contains the voice of someone who has died. - Yekem Festîvala Garma, berî destpêka hezarsaliya sedsalê di sala 1999an de, bi serokatiya Yunupingu rehmetî hate lidarxistin. Lê belê peywira damezrînerên wê hîn jî berdewam dike da bibe civîneke rêberan a çandî ji bo nîqaşkirina baştirkirina standardên jiyanê ji bo hemî gelên Neteweyên Yekem. SBS li perçeyekî piçûk ji Garma ya îro dinêre. Û hişyariyek - ev gotar dengê kesekî ku miriye dihewîne.
Nûçeyên roja Pêncşemê, 31î Tîrmeha 202531 Jul 202500:11:07
Di vê bûletene de: Piştî pêşnûmeqanûna deynê HECS di parlemanê de hat pejirandin, deynê bi mîlyonan xwendekaran tê kêmkirin... Berî hevdîtinên DYA di demjimêrên li pêş de, Îsraîl di bin zexteke zêde de ye li ser Xezzeyê... Û di avjeniyê de, Harrison Turner yekem mîdalîya şampyoniya cîhanê ya Australya di pêşbirka perperok a 200 metroyî de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 30î Tîrmeha 202530 Jul 202500:05:00
Di bûletena nûçeyên îro de: Australya daxuyaniyeke hevbeş îmze kir ku rêya dewletbûna Filistînê dide... Wezîra Ragihandinê biryara hukûmetê ya tevlîkirina YouTube di qedexeya medyaya civakî de diparêze, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Hukûmeta Herêma Kurdistanê: Em li ser êrîşên dronan bêdeng namînin30 Jul 202500:09:14
Iraqê yekemîn partiya siyasî ya jinan bi navê Partiya el-Mewadde damezrand, di destpêşxeriyeke ku armanc dike hewildanên jinên ji civak û mezhebên cûda bike yek û rola wan di jiyana siyasî de zêde bike. Her weha roporta ji Hewlêrê behs li ser zêdebûna êrîşên bi dronan ên li ser avahiyên pêtrolê li Herêma Kurdistanê dibe ku bûye çavkaniyeke xeman ji bo rayedarên herêmî. Bi gelemperî tê bawerkirin ku komeke ji milîsan li paş van erîşanin.
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Tîrmeha 202529 Jul 202500:04:44
Di bûletena nûçeyên îro de: Senatorê serbixwe yê ACT sîstema hinartina xazê wek xapînok bi nav dike... Organîzatorên xwepêşandana Xezzeyê soz didin ku li dijî qedexeya Sydney Harbour şer bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike29 Jul 202500:53:09
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/07/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Tîrmeha 202525 Jul 202500:04:41
Di bûletena nûçeyan de: Fransa dê Dewleta Filistînê bi fermî nas bike... Xeznedar Jim Chalmers, ji bo çareserkirina kêmbûna hilberîna demdirêj bang li însiyatîfeke neteweyî dike... Û di bisiklêtvaniyê de, Ben O'Connor qonaxa çiyayî ya Tour de France bi serkeftineke hestyarî qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Dadgeha Federal a Iraqê îtîrazên li dijî parêzgehkirina Helebce red kir25 Jul 202500:09:49
Komeke ji parlamenterên Iraqî doz li Dadgeha Federal vekirin û xwestin ku statuya Helebçeyê wekî parêzgeha 19emîn betal bikin, lê, dadgeha federal doz red. Li alîkî din, çend endamên Parlamena Herêma Kurdistanê xwestin ku xula 6emîn a HHK betal bikin. Dadgeha Federal a Iraqê doz red kir û hîşt ku xula 6emîn a HHK di meriyetê de bimîne.
Nûçeyên roja Pêncşemê, 24î Tîrmeha 202524 Jul 202500:10:45
Di vê bûletene de: Australya qedexeya xwe ya li ser anîna goştê dewêr ji DYA radike, ji ber ku ew li ser lêborînên gumrigê danûstandinan dike... Qanûnên nû ji bo parastina rêjeyên cezayê ji bo karkerên demkî Û di A-F-L de, Qedexeya sê maçan li ser parêzvanê Melbourne Steven May tê kirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Tirkiyê hişyarî da Kurd û aliyên din e li Sûriyê ku xweseriyê nexwazin24 Jul 202500:10:50
Hem serokkormarê Tirkiyê Recep Teyyib Erdogan û hem jî wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hişyarî dan Kurdan û komên din ên li Sûriyê daxwaza xweseriyê nekin, û diyar kirin ku her hewldaneke ji bo parçekirina Sûriyê dê wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê were dîtin û dikare bibe sedema destwerdanê.
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 23î Tîrmeha 202523 Jul 202500:04:40
Di bûletena nûçeyên îro de: Senatorên One Nation ji ber ku di dema Pejirandina Welat de pişta xwe zivirandin rexne dibin... Kêmkirina deynê xwendekaran dê bibe yekem pêşnûmeqanûna ku di Parlemana 48-an de pêşkêş bibe... Zarokekî şeş hefteyî di nav 15 Filistîniyên ku li Xezzeyê ji kêm xwarinê mirin de ye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Music programs hitting the right note to support youth wellbeing - Bernameyên muzîkê ji bo piştgiriya başiya ciwanan nota rast lê dide23 Jul 202500:10:49
A systematic review has examined the role of music as a tool to support the wellbeing of children and adolescents. The outcomes include improved confidence and social connectedness, as well as increased humour and a stronger ability to deal with stress. SBS digs into the research findings and how it could help at-risk and marginalised youth in particular. - Nirxandineke sîstematîk rola muzîkê wekî amûreke ji bo piştgiriya başiya zarok û ciwanan lêkolîn kiriye. Encamên wê ev in: çêtirbûna bawerî û girêdana civakî, û herweha zêdebûna henek û şiyana xurttir a kêmbûna bi stresê re. SBS bi kûranî li lêkolînê û çawaniya alîkariya ciwanên di metirsiyê de û yên bêparastin dinêre.
© My Podcast Data · Independent project · Data from Apple & Spotify