Explore every episode of the podcast Kurdish Lessons Podcast
| Title | Pub. Date | Duration | |
|---|---|---|---|
| 33. Rojnivîskên Gulê 09 - 4ê Berfanbara 2025an | 04 Dec 2025 | 00:17:23 | |
Îlon, Cotmeh, Mijdar çawa derbas bû? | |||
| 32.Rojnivîskên Gulê 08 - 14ê Tebaxa 2025an | 14 Aug 2025 | 00:22:58 | |
Ez van rojan çi dikim? Havîna 2025an | |||
| 31.Newroz - Cejna Kurdî | 21 Mar 2025 | 00:07:19 | |
Newroz – Cejna Kurdî Newroz ji bo gelê kurd cejneke girîng e. Her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Ev roj di çanda kurdî de destpêka sala nû ye. Newroz tê wateya “Roja Nû.” Di vê rojê de, kurdên li hemû deverên cîhanê şahiyê dikin. Mirov li derdora agirê Newrozê kom dibin û direqisin. Zarok û mezin bi hev re govendê digirin û cejnê pîroz dikin. Di Newrozê de, mirov cilên xweşik û rengîn li xwe dikin. Kesk, sor û zer ji bo vê cejnê rengên sereke ne. Ev reng rengên ala kurdî ne jî. Ji bo roja Newrozê xwarinên taybet tên amadekirin. Jin, mêr, zarok û pîr bi hev re diçin seyranê. Li seyranan govend tên girtin, xwarin tên xwarin û stranên kurdî bi hev re tên gotin. Efsaneya Newrozê girêdayî Kawayê Hesinkar e. Li gorî çîrokê, Kawa şoreşek li dijî Zohakê zalim pêk aniye û gelê xwe rizgar kiriye. Piştî vê bûyerê, agir li ser çiyayan hatiye pêxistin da ku mizgîniya rizgariyê bê dayîn. Îro, Newroz ji bo kurdan ne tenê cejneke neteweyî ye, lê belê sembola azadiyê û yekîtiyê ye. Di vê rojê de, mirov hêvî û daxwazên xwe ji bo sala nû dikin. Newroz pîroz be! | |||
| 30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners | 08 Feb 2025 | 00:13:18 | |
the verb ‘’ji …… hez kirin’’ - to like, to love Ez hez dikim Tu hez dikî Ew hez dike Em hez dikin Hûn hez dikin Ew hez dikin -an is added to the nouns when it is about a general liking - I love flowers - Ez ji kulîlkan hez dikim - I love fruits - Ez ji fêkîyan hez dikim - I love vegetables - Ez ji sebzeyan hez dikim - Ez ji sînemayê hez dikim — Tu ji sînemayê hez dikî? - Ez ji muzîkê hez dikim —— hez nakim - Ez ji muzîka kurdî hez dikim. — Tu ji muzîka Kurdî hez dikî? - Ez ji hunerê hez dikim — I love the art - Ez ji çuqulatayê hez dikim - Ez ji goştî hez dikim - Ez ji goştî hez nakim — Tu ji goştî hez nakî? - Ez ji gundî hez dikim - Ez ji karê xwe hez dikim.— Tu ji karê xwe hez dikî? - Ez ji mêrê xwe her dikim - I love my husband - Ez ji jina xwe hez dikim - I love my wife To express ‘’to like doing something’’—— Ez hez dikim + present tense verb (-bi instead of -di) - Ez hez dikim bireqisim. (reqisîn) - Ez hez nakim xwarinê amade bikim. - Ez hez dikim stranan bibêjim - I love singing songs - Ez hez dikim bi hevalên xwe re derkevim - Ez hez nakim malê paqij bikim. - Ez hez dikim zimanan hîn bibim - I love learning languages - Ez hez dikim bigerim - I love travelling Nefred kirin - to hate Ez ji karê xwe nefred dikim - I hate my job Ez ji bajarên mezin nefred dikim. Ez ji te nefred nakim. - I hate you Ez nefred dikim malê paqij bikim. - I hate cleaning the house ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||
| 29. Li ser ken û kenîne - B2 level for Intermediate learners | 03 Feb 2025 | 00:25:22 | |
- Ken — kenîn -Kenandin -Bişirîn -Rûken - - Rûgeş - Rûyê xwe tirş kirin - Ma’de xwe tirş kirin Hûn di rojekê de çend caran dikenin? Hûn çend caran ji malbata xwe re, ji hevalên xwe re, ji zarokên xwe re, ji hevkarên xwe re dikenin? Hûn çend caran bi rûyekî ken silavê didin cîranên xwe, dergevanê xwe, dikandarê nêzî mala xwe? Ka bifikirin? Û hûn çend caran ji eynikê ji xwe re dikenin? ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||
| 28. Ez van rojan çi dikim û çîroka Leylanê - A2 level for Elementary learners | 05 Nov 2024 | 00:19:05 | |
➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||
| 27. Çîroka Zarokan - A1 level for Beginner learners | 24 Oct 2024 | 00:15:01 | |
Merheba ji we re, silav ji we re. Hûn dîsa bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya zimanê kurdiya kurmancî. Di vê podcastê de, di vê beşê de, ez ê ji we re çîrokekê bixwînim û paşê ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Ez ê çîrokekê bixwînim û ez ê li ser vê çîrokê ji we pirsan bipirsim. Divê hûn baş li min guhdarî bikin. Divê hûn baş guhên xwe bidin min. Ez ê bixwînim, hûn ê jî bersiva min bidin. Baş e? We fêm kir? Em dest pê bikin. Navê çîroka me, çîroka zarokan, çîroka zarokan e. Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, zarok bi tenê biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in, ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin. Erê min çîroka zarokan xwend, niha ez ê dîsa bixwînim. Hûn ê dîsa li min guhdarî bikin. Baş e? Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê, zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin, radizin. Erê, min dîsa xwend, min dîsa xwend. Niha ez ê pirsan bipirsim. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||
| 26. Rojnivîskên Gulê 07 - Klûba axaftina inglîzî - A2 level for Elementary learners | 18 Oct 2024 | 00:15:25 | |
➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||
| 25. Çîroka Kînemê - A1 level for Beginner learners | 08 Oct 2024 | 00:15:22 | |
Merheba ji we re, hûn bixêr hatin Kurdish Lessons podcastê. Ez Gulê, ez mamosteya we ya kurdiya kurmancî. Îro em ê bi hev re çîrokeke bixwînin. Navê çîroka me, çîroka Kînemê ye. Ev çîrok, çîrokeke kurt e, ez ê ji we re bixwînîm û ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Divê hûn jî cewabê bidin û ez ê jî cewabê bidim. Heke hûn hazir bin, heke hûn amade bin em dest pê bikin. ÇÎROKA KÎNEMÊ Navê wê Kînem e. Kînem ji Hamburgê ye, navê bajarê wê Hamburg e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Dê û bavê Kînemê ne ji Hamburgê ne. Dê û bavê Kînemê ji Kurdistanê ne. Dêya wê ji Mûşê ye û bavê wê ji Mereşê ye. Ew berî sî salan çûne Almanyayê û li wir zarokên wan çêbûne. Kînem û hemû xwişk û birayên wê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Jiyana wan a li malê bi kurdî ye û jiyana wan a xwendinê bi almanî ye. Ew car caran pirtûkên kurdî jî dixwînin. Kînemê sala borî zanîngeh xilas kir û niha li şîrketeke mezin kar dike, dixebite. Ew hez dike havînan bi malbata xwe re biçe Mûşê û Mereşê. Jiyana gundan xweş e lê gelekî zehmet e. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||
| 24. Rojnivîskên Gulê 06- Me erebeyek kirî ! - B1 level for Intermediate learners | 05 Oct 2024 | 00:20:05 | |
Roja we bi xêr, hûn bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya Kurdiya Kurmancî. Em ê dîsa di vê podcastê de behsa jiyanê bikin, behsa hîn tiştan bikin. Ez ê bi we re civateke xweş deynim. Heke hûn amade bin, em dest pê bikin! Îro pêncê cotmehê ye. Pêncê meha dehan û roja şemîyê ye yanî dawiya heftiyê ye. Kengî dawiya heftiyê bê, kengî roja şemî û yekşemê be kesên ku kar dikin vê rojê wekî fersendeke dibînin û zêdetir radikevin. Ez nizanim îro ez nikarim podcastê tomar bikim gelek deng heye. Welhasil min got roja şemî û yekşemê gelek kes dixwazin zêdetir rakevin. Bi taybetî ew kesên ku nava heftiyê gelekî zû şîyar dibin û mecbûr in zû herin ser karê xwe. Ew kes roja şemî û yekşemê heta nîvro heke ne nîvro be jî heta saet dehan, yanzdehan radikevin. Vêca ji ber ku ez ne keseke wisa me, ji ber ku karê min ne karekî wilo ye ez nava heftiyê li gorî dersên xwe şîyar dibim û divê ez bibêjim dersên min sibehê zû nîn in. Bi piranî di saet dehan de, yanzdehan dozdehan de piştî nîvro ne û gelek caran êvarî ne. Ji ber wê ez şikir dikim, ez gelekî kêfxweş im ku ez ti carî, hema bibêje ti carî, hema hema ti carî ez alarman eyar nakim. Alarm ji min re ne lazim e. Jixwe ez zû jiyar şîyar dibim. Lê ez kêm caran alarman çêdikim, kêm caran. Ez dibêjim ev jî luksek e, luksek e ji ber ku bi milyonan mirov mecbur in serê sibehê zû ji ber karê xwe bi alarmê rabin. Û ez dibêjim, li gorî dîtina min, li gorî min, dema ku alarmek heye û tu dizanî divê wê saetê rabî tu nikarî xeweke xweş jî bikî. Tu nikarî xeweke xweş bikî, tu nikarî xweş rakevî. Lê heke alarm tune be, di mejiyê te de her tişt rihetir e. Tu zû rabî jî, nerabe/ranebî jî ferq nake, ferq nake ez dibêjim tu yê xeweke xweştir bikî ev jî fikra min e. Welhasil em hê jî, em hê jî li otela xwe ne û îro ez zû rabûm min got berî taştê ez piçekî bimeşim û wexta bimeşim jî podcasteke record bikim. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||
| 23. Çîroka Hozanî û Zelalê | 02 Oct 2024 | 00:20:29 | |
Çîroka Hozanî û Zelalê 05 Merheba ji we re, êvar baş, ez dibêjim êvar baş li bajarê min niha saet heşt û nîv e, pardon, biborin, saet ne heşt û nîv e, saet neh û nîv e. Min xwesik şaş kir, min saet şaş got. Saet neh û nîv e. Belkî hûn bibêjin; Gulê, xêr e? Tu çima dîsa hatî? Gulê, xêr e? Tu diçî, tu têyî, tu gelek rojan podcastan çênakî û tu ji nişkê ve dîsa vedigerî ser karê xwe. Te xêr e? Çima? Erê, hûn rast dibêjin. Li hemberî van pirsan ez nizanim çi bibêjim. Lê heke ez bibêjim, jiyan gelek caran gelek pirsgirêkan derdixe ser pêşiya mirov û carinan tu nizanî tu çi dikî, yu yê çi bikî. An jî tu naxwazî bikî. An jî karê te baş diçe, tu dibêjî ez vê çênekim jî, ez vî karî nekim jî, ez podcasteke nû tomar nekim jî, karê min dimeşe. Besî min e! Besî min e! Ez bawer im, piçekî wisa bû. Ji xeynî jiyanê, ji van tiştan, gelek tişt hatin serê min. Ez naxwazim betsa wan bikim, ji ber ku gelekî xemgîn in. Heke ez bessa wan tiştan bikim, ez ê bigirîm. Ez nikarim bisekinim, ez ê gelekî xemgîn bibim. Em ê vegerin ser karê xwe, okay? Û han dizanin çi bû? Doh xwendekareke me ya hêja, xwendekareke me ya Amerîkî got, ji min re email, ji min re ji WhatAppê peyamek şand, got; Gulê, ez dixwazim tu podcsteke nû çêkî, gelek podcastan çêkî, materyalan çêkî ji bo guhdarîkirinê. Û ez ê weke ku em dersekê bikin, ez ê haqê podcastê, haqê materyalê ji te re bişînim. Haq - the fee. Pêşî min got, na na ez ê çêkim, ez dixwazim çêkim. Paşê wê got, heke tu pare bistînî, heke tu haqê wê ji min bistînî, tu yê zûtir çêkî. Paşê, ez fikirîm, min got, rast e. Heke kesek ji bo karekî pare bide min, ez xwesik deyndar his dikim. Ez dibêjim ev deynê min e. Wî kese, wê kesê ev pare da min, divê ez vî karî xelas bikim. Divê ez vî karî bikim. Ez mecbûr im. Ez nikarim taloq bikim. Ez nikarim bibêjim, roeken din, saeteke din, demeke din, hefteyeke din. Na, ez nikarim. Ez mecbur im xelas bikim. Û paşê min ji wê re nivîsî, min got; tu rast dibêjî. Heke tu haqê van materyalan ji min re bişînî, ez ê zûtir çêkim. Çimkî dema ku kesek pare dide min, kesek haqê tişteki dide min, ez wî karî gelekî zû xelas dikim. Ez bawer im gelek kes wisa ne. Ji ber ku tu dibêjî, ez deyndar im. Wî kesê, wê kesê deyn da min. Û ji xeynî peyama vê xwendekarê, îro xwendekarekî me yê beginnerê ji min re got; mamoste, tu çima methoda AJ Hoge bi kar nayînî û tu wek materyalên wî amade nakî? Ez bi vê peyamê gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku berî salan, min li AJ Hoge guhdarî kiribû û bi rastî û bi rastî, ez rastiyê dibêjim, bi xêra methoda wî, bi xêra dubarekirinên wî, bi xêra listeningên wî, bi xêra materyalên wî, inglîzîya min baştir bûbû. Û min ji xwendekarê xwe re got, navê wî Hesen e, min got; Hesen spas te anî bîra min. Te AJ Hoge anî bîra min. Min ew ji bîr kiribû. Niha AJ Hoge hat bîra min. Methoda wî hat bîra min. Min got; erê, methoda wî gelekî baş e. Ez çima methoda wî çênakim. Ez çima methoda wî naceribînim. Lê paşê hat bîra min, di destpêkê de, yanî dema ku min berî 2-3 salan podcast tomar kiribûn, min çîrok gotibûn. Belkî we gelekan li wan podcastan guhdarî kiribe. Podcastên detspêkê, podcastên min ên destpêkê, piçekî wek methoda wî ne. Ez jî li wir çîrokan dixwînim û li ser çîrokan hin pirsan dikim. Ev method gelekî navdar e, ji ber ku min podcastên rûsî de dîtibû. Di podcastên inglizî de jî dîtibû. Ev method, yanî çîrokek heye, paşê li ser wê çîrokê pirs tên kirin û tu mecbûr î bersiva wan pirsan bidî, cewaba wan pirsan bidî. Min jî ev cerabandibû. Lê AJ Hoge, AJ Hoge dema ku pirsan dipirse, ew pirsekê deh cari dipirse, Ew pirsê diguherîne, û mijarê diguherîne, pirsên din dike. Yanî, ew ji bo, li ser çîrokeke gelekî kurt, dikare bi saetan bipeyive. Gelekî jêhatî ye. To see the whole transcription https://kurdishlessons.com/ciroka-hozani-u-zelale-05-kurdish-lessons-podcast/ | |||
| 22. Rojnivîskên Gulê 05 - 29ê Sibata 2024an | 17 Mar 2024 | 00:08:00 | |
Xeleka 5an 💝
| |||
| 21. Rojnivîskên Gulê 04 - 26ê Berfanbara 2023an | 26 Dec 2023 | 00:20:07 | |
Xeleka 4an 🎈
| |||
| 20. Rojnivîskên Gulê 03 - 7ê Berfanbara 2023an | 07 Dec 2023 | 00:15:08 | |
Xeleka 3yan 🧿
| |||
| 19. Rojnivîskên Gulê 02 - 4ê Berfanbara 2023an | 04 Dec 2023 | 00:12:41 | |
Xelekeke nû 🙌
| |||
| 18. Rojnivîskên Gulê 01 - 30yê Mijdara 2023an | 30 Nov 2023 | 00:22:29 | |
Rojeke min 💟
| |||
| 17. Hamburgerek û Petatên Sorkirî - Listening for A1-A2 level | 28 Mar 2023 | 00:10:02 | |
Hamburgerek û Petatên Sorkirî
Ew birçî ye. Ew diçe McDonaldsê. Ew di dorê de disekine. Ew li hêviya doro xwe ye. Ew hamburgerekê sîparîş dide. Ew pakêteke mezin a petatên sorkirî sîparîş dide. Ew sodayeke mezin sîparîş dide. Ew haqê sîparîşa xwe dide. Ew meqbûza xwe distîne. Ew li hêviya xwarina xwe dimîne. Ew hejmara wî dibêjin. Xwarina wî amade ye.
A Hamburger and Fries
He is hungry. He goes to McDonald’s. He stands in line. He waits his turn. He orders a hamburger. He orders large fries. He orders a large soda. He pays for the order. He gets his receipt. He waits for his meal. They call his number. His meal is ready.
| |||
| 16. Reading Kurdish Books vol3 | 21 Feb 2023 | 00:15:08 | |
Niha ez çend salî me, kî me, nizanim. Lê dema ku diya min ev çîrok ji min re got, ew 2016 salî bû û ez jî şeş heft salî bûm. Wekî ku hûn jî dizanin, tştên zarokatiyê ji “bîr”a mirov naçin. Ev hevok bawer im serê "bîr”a mirov bi xwe ye. Jixwe ti mirov nizane "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike. Ku mirov zanibûya "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike, we li dû biçûya û wê harakîri bikira. | |||
| 15. Şofêrên Gundan - Reading Kurdish Books vol2 | 14 Feb 2023 | 00:30:16 | |
Şofêrên Gundan Rêwî me, di otobusê de me. Rêwitiya me ber bi gund ve ye û rêwîyên me jî hemû gundî ne: jin, mêr û zarok hene. Ji ber ku rêya gund ne bi qîr û asfalt e, kert û kortal lê vebûne û ava barana vê buharê hîn jî di wan kortalan de dibiriqe. Şofêrên li gundan pirî caran ecêb dibin, lewra dema ew ji ser keran dadikevin, dest ji hefsarên hespan berdidin û li ber dîreksiyonekê rûdinin, ji wan wetrê ew ê êdî ji vê dunyayê jî derkevin. Û derdikevin jî… ji dunyayê der û dûr dikevin. Lewra di demên welê de haya wan ji wan nabe ka ew çawa diajon. Û Xwedê dizane piraniya ji van şofêrên gundî ehliyetên ajotinê jî nînin. Ew bawer dikin ku meriv tenê pêl pedalan gaz û frênê dikin, vîtesan bi cih dikin û dîreksiyonan çerx dikin. Lewra şofêrê me jî anuha tenê evê yeko dike û evî karî dike: dajo. Her cara ku gironekên otobusê rastî kortaleke rê tê, di hundurê otobûsê de em li çep û rastê xwe, li jêr û jora xwe weke ava dewlekê diçelqin, em destê xwe bi derina ve digirin ku em li hêlekê nekevin. Ji rêwiyan yekî bi şaşik deng li şofêr dike ku ew hinekî hêdî bajo. Lê deng naçe şofêr an jî ew deng nabe xwe. Mêrikê bi şaşik dîsa bang lê dike û jê dixwaze ku hêdî bajo. Lê şofêr her weke xwe ye û weke xwe dajo. Mêrikê bi şaşik cara sisêyan bi dengekî bilindtir re ji kursiyê radibe ser xwe û dibêje: - Yao ma deng nayê te, Xwedê jê razî! Meriv ji te re dibêje hêdî bajo, lê tu her weke xwe dikî. Ma tu nabînî bê jinên bi zik hene. Hinekî fam bike, ev çi serhişkî ye! Mîna ku şofêr bixwaze serhişk bimîne destê xwe jî ji ser dîreksiyonê radike, weke baweşînkekê li ba dike û dibêje: - Em bi karê xwe dizanin, hecî… tu li cihê xwe rûne. Weke nîşana nerihetiyê ufînî bi hecî dikeveî bêyî ku ku cihê xwe rûne, vê carê bi hêrs dibêje. - Himmm… de were safî bike! Lawo ji Xwedê bitirse, Xwedê… bila hinekî hurmeta te hebe. Min got rêwiyên jin hene, jinên bi zik hene… ev çi zirzopî ye îcar! Şofêr î zirzop jî bi qasî wî nerihet dibe û dibêje: - Erê hecî, te çi ji zikê jinên xelkê ye?... tu li cihê xwe rûne! Ma te jin heye? Ne tenê li vir di temafîlê de, li malê jî te jin nîne… de îcar te çi ji jinên xelkê û zikê wan e!? Hecî bi hêrs dest davêje şaşika serê xwe, sererast dike û dibêje: - Ev çi gotin in, ûtamez! Jin jin in… ma di vir de jina min û te heye, jina bi zik divê herkes lê xwedî derkeve û destê xwe di ser re bigire. Û yekî din, nerind û firqûzekî din li hêla dawîn xwe aciz dike, bi gotinan dikeve navîna şofêr û hecî û destê xwe ber bi hecî dirêj dike. - Fedî bike, hecî, fedî… qaşo tu çûyî mala Xwedê! Ma ev jî gotin û şîret in ku tu dikî. Tu behsa jineke bi zik dikî ku divê em hemû xwedî lê derkevin! Şofêr rast dibêje: te çi ji jinên xelkê ye, ma em destê xwe di ser çiyê jinê re!.. Yek ji wî, yek ji yê din… pêvçûnek derdikeve û hundurê otobûsê ji wan kert û kortalên rêya gund xirabtir diheje. Hesenê Metê | |||
| 14. Reading Kurdish Books vol1 | 05 Feb 2023 | 00:16:22 | |
Êvareke reş û tarî ber bi şevê de diçû. Heyvê xuya nedikir û çav çavan nedidît. Li derve baraneke hûr hûr dibarî. Baranê bêhna erdê xweş kiribû. Yek car ji dûr ve ewtîn û zûrîna kûçikan dihat. Hin kesên ku dereng mayî gavên xwe bi lez diavêtin, por û sermilkên sakoyên wan şil bûbûn. Solên wan ji ber baran û axê di nav heriyê de mabûn. Gava li derî xistin û ketin hundirê malê jin û zarokên li salonê ku guhê xwe û laşê xwe dirêjî ber bi odeya mêvanan kiribûn xwe dan alîkî ji bo mêvan derbas bibin. Piştre dîsa guhê xwe bel kirin ber bi odeya mêvanan ve. Ji pirtûka Kenan Soylemezî, Şakir: tizbî, destmal û taske av | |||
| 13. From Present To Past (For A1-A2) | 13 Oct 2022 | 00:18:59 | |
1. Ez diçim mala hevalên xwe. Ez çûm mala hevalên xwe. 2. Ez hevalên xwe dibînim. Min hevalên xwe dîtin. 3. Hevalên min xwarinê çêdikin. Hevalên min xwarin çêkir. 4. Hevalên min xwarinên xweş û çayê çêdikin. Hevalên min xwarinên xweş û çay çêkirin. 5. Dê û bavê hevalên min tên. Dê û bavê hevalên min hatin. 6. Ew jî xwarinê dixwin. Wan jî xwarin xwar. 7. Piştî xwarinê ew çayê vedixwin. Piştî xwarinê wan çay vexwar. 8. Çay xweş û germ e. Çay xweş û germ bû. 9. Birayên hevalên min hene. Birayên hevalên min hebûn. 10. Birayên wan jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin. Birayên wan jî xwarin xwar û çay vexwar. 11. Piştî çayê em şebeş, pirteqal û sêvan dixwin. Piştî çayê me şebeş, pirteqal û sêv xwarin. 12. Em sêvên sor û sêvên kesk dixwin. Me sêvên sor û sêvên kesk xwarin. 13. Piştî xwarin, çay û fêkiyan em diçin derve. Piştî xwarin, çay û fêkiyan em çûn derve. 14. Li derve hewa xweş e, ne germ e û ne sar e. Li derve hewa xweş bû, ne germ bû û ne sar bû. 15. Em piçekî diçin û parkekê dibînin. Em piçekî çûn û me parkek dît. 16. Park mezin e û li wir gelek dar hene. Park mezin bû û li wir gelek dar hebûn. 17. Em dikevin parkê. Em ketin parkê. 18. Em li wir digerin. Em li wir geriyan. 19. Piştî parkê em diçin mala hevalên din. Piştî parkê em çûn mala hevalên din. 20. Mala hevalên din ne dûr e, nêzîk e. Mala hevalên din ne dûr bû, nêzîk bû. 21. Em li wir jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin. Me li wir jî xwarin xwar û çay vexwar. 22. Em gelekî têr dibin. Em naxwazin bixwin. Em gelekî têr bûn. Me nexwest bixwin. | |||
| 12. Li Mala Me - Listening exercise - (Suitable for B1-B2 level) | 26 Sep 2022 | 00:26:13 | |
LI MALA ME Carekê, li mala me civatek rûniştîbû, ji nişka ve, xortekî boz, porser û çavşîn li deriyê me da. Derbasî hundir bû, yek û yek silav da civatê û rûnişt. Reng û rûyê wî xortî gelekî balkêş bû. Ev civata rûniştî jî, hemû esmer û çavreş bûn. Hema min dît yekî ji civatê yekser berê xwe da wî mêvanê nû û got: Dizanî ku dilê min bi yên weke te boz dişewite? Taybet di werzê havînê de. Hûn gelek xweh didin. Yekî dî dest pê kir û got, çermê spî gelekî lawaz e, nikare mîna yê esmer bergêriyê ji xwe bike. Yekî dî ji destê wan girt û got, bêguman rengê esmer tim ji yê spî çêtir û ciwantir e. Yekî dî got, çavên reş jî ji yên şîn xweşiktir in. Yekî dî got, ma ne ji lewra piraniya helbestvan û dengbêjan pesnê esmeran û çevên reş daye? Heta demekî ev babet dane dest hev. Hemûyan teqez li wê yekê kir ku postê spî, porê zer, çavên hêşîn tu buhayê xwe nîn in, bi taybet bo zilaman. Hîç derfet nedane wî gencî ku biaxive, yan jî bergêriyê ji xwe bike. Hema hêdîka xortê çûr, boz, porzer û çavşîn, zanî ku cihê wî di vê civatê de nema. Da xwe û rabû şipiya da ku here. Lê beriya ku bi rê bikeve, bi yek gotinê bersiva hemûyan da û got: Ew pertalê gelekî baş e, ne pêdiviyê riklamê ye. *Ev çîrok ji pirtûka bi navê ''Kenê Reş'' hatiye standin. Useful expressions from the text:
To follow me on Youtube click here | |||
| 11. Girava Skopelosê - Reading/Listening exercise | 14 Aug 2022 | 00:11:37 | |
Girava Skopelosê Beriya 2 hefteyan Mirad û hevala xwe bi hev re çûn betlaneyê. Wan dixwest biçin cihekî nêzî behrê û li wir bikevin avê. Mirad jî, hevala wî jî ji avê gelekî hez dikin. Di destpêkê de wan nedizanî biçin ku lê paşê wan biryar da ku herin giravekê. Li ser internetê lêkolîn kirin, ji hevalên xwe pirsîn û dawiya dawî wan cihek hilbijart. Wan got, em ê herin Skopelosê. Skopelos li Yunanistanê giravek e. Ji bo ku herin Skopelosê, ew pêşî çûn Yunanistanê û ji wir jî bi feribotê çûn giravê. Wan di rêyê de li deryayê temaşe kir, derya çi qas paqij û şîn bû. Kêfa wan gelekî ji şînbûna deryayê re hat û bi kelecanî li hêviya xelasbûna rêyê man. Ji Volosê heta Skopelosê bi ferîbotê nêzî 4 saetan bû. Wan demeke dirêj li deryayê nêrî û di nav xeyalên xwe de wenda bûn. Dema ku gihaştin Skopelosê, hewa gelekî xweş bû. Hêj nebûbû nîvro û piçekî hînik bû. Bêhna ava şor, bêhna deryayê ji her derî dihat, çi qas xweş bû! Ji ber ku Skopelos ne giraveke gelekî mezin bû, wan bi hêsanî otêla xwe dît. Wan nexwestibû li otêleke gelekî mezin bimînin loma wan rezervasyona xwe li otêleke bûtîk çêkiribû. Dema ku Mirad û hevala wî otêla xwe dît, wan ferq kir ku wan biryareke rast dabû. Otêleke sê-qetî, rengê spî, bi balkonên piçûk, gelekî şêrîn xuya dikir. Roja pêşî wan li otêlê û derdora wê bêhna xwe da û ji bo rojên din planên xwe çêkirin. Betlaneyeke dirêj – a long vacation Giraveke dûr - a far away island Rêyeke xweş – a nice path/way Deryayeke paqij û şîn – a clean and blue sea Hewayeke hînik – a cool weather Aveke şor - a salty water Otêleke bûtîk – a boutique hotel Biryareke rast – a right decision Çûn betlaneyê – to go on a vacation Biryar dan – to make a decision Lêkolîn kirin to research Temaşe kirin – to watch Wenda bûn – to get lost Bi hêsanî dîtin – to find easily Bêhna xwe dan – to relax | |||
| 10. XWESTIN - Kurdish verbs (learn with me) | 12 Jul 2022 | 00:12:58 | |
Xwestin - to want Present Tense
Past tenses
| |||
| 9. Bîranîn, Bendar, Jinbûn û Dayikbûn - Full Kurdish | 03 Jul 2022 | 00:12:18 | |
Di vê podcasta nû de min behsa sê pirtûkan kir. Yek ji wan min xelas kir. -- Biranîn Yek ji wan min nîvco kiriye. - Bendar Û ya din jî min nû destpê kiriye. - Jinbûn an Dayikbûn | |||
| 8. Mala Pîrê Stara Pîrê - Full Kurdish | 26 Jun 2022 | 00:09:15 | |
| |||
| 7. Kî çima hînî kurdî dibe? - Full Kurdish | 19 Jun 2022 | 00:17:49 | |
Di vê podcastê te ez ji we re behsa xwendekarên xwe dikim. Xwendekarên min kî ne? Çima hînî kurdî dibin? Min çawa dest bi dersbêjiyê kir? û hêj gelen tiştên din... | |||
| 6. Şîret Li Ser Vê Jiyanê - Full Kurdish | 10 Jun 2022 | 00:11:09 | |
Di vê podcastê de, ez hin şîretan li guhdarên xwe dikim. | |||
| 5. Jiyana Min a Van Rojan - Full Kurdish - B1 level for Pre- intermediate learners | 05 Jun 2022 | 00:12:07 | |
Li ser jiyana min a van rojan, ez çi dikim? dixwazim çi bikim? Rojên xwe çawa derbas dikim? | |||
| 4. Hinek ez, hinek Stenbol - B1 level for Pre- intermediate learners | 16 Dec 2021 | 00:09:02 | |
Min di vê podcastê de piçekî behsa xwe û piçekî behsa Stenbolê kir. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com | |||
| 3. Çîroka Gewro - A1 level for Beginners | 20 Jun 2021 | 00:08:58 | |
Çîrok - the story Ev Gewro ye. Gewro cenawirekî xwînşêrîn e. Kumekî wî heye û navê kumê wî Qoqo ye. Kumê wî gelekî kevn e lê ew ji kumê xwe pir hez dike. Gewro û Qoqo heval in. Ew hevalên baş in. Ew her roj bi hev re diçin bazarê. Ew her roj bi hev re taştê, firavînê û şîvê dixwin. Carinan ew bi hev re diçin dibistanê. Carinan ew bi hev re diçin bajarên mezin. Gewro ji bajarên mezin hez dike. Lê Qoqo ji bajarên mezin hez nake. Pirs - questions: 1- Navê wî çi ye? 2- Gewro cenawirekî çawa ye? 3- Navê kumê wî çi ye? 4- Kumê wî nû ye, rast e.? 5- Gewro û Qoqo bira ne? 6- Ew ne hevalên baş in, rast e? 7- Ew her roj diçin ku? 8- Ew her roj çi dixwin? 9- Ew carinan bi hev re diçin kû? 10- Ew diçin bajarên çawa? 11- Kî û Kî carinan diçin dibistanê? 12- Gewro û Qoqo naçin bajarên mezin, rast e? 13- Kî ji bajarên mezin hez dike? 14- Kî ji bajarên mezin hez nake? | |||
| 2. Çîroka Sîso - A1 level for Beginners | 13 May 2021 | 00:08:32 | |
Listen to story very carefully! And here is the description: Hebû tunebû. Li çoleke gelekî dûr marek hebû. Navê vî marî Sîso bû. Dê û bavê Sîso ji wî dûr bûn. Sîso dixwest cihên nû, heywanên nû, hevalên nû, serpêhatiyên nû biceribîne. Sîso li çolê digerî lê êdî ji çolê aciz bûbû. Av tunebû, dar tunebûn, giya tunebûn. Sîso biryar da, got; ''Ez ê ji van deran biçim. Ez dixwazim li cihekî hînik, li bin darekî, li ber avekî jiyana xwe bidomînim.'' Sîso amadehiyên xwe kirin û ket rê. Çû, çû, çû û çû.. Sîso gelek çol dîtin, gelek marên din dîtin. Lê ew mar bextewar bûn. Wan nedixwest jiyana xwe biguherînin. Sîso hin pirtûk jî kiribûn çenteyê xwe. Pirtûkên li ser behran, pirtûken li ser masiyan... Sîso carinan disekinî û ew pirtûk dixwendin. Sîso zanî, hê gelek rêya wî hebû lê ne xema wî bû. Ew di rê de jî gelek bextewar bû. Sîso dîsa çû, çûû, çûûû û hey çûûûû. Ew nizane çend roj derbas bûn. Roja din, Sîso hîs kir ku behr nêz e, av nêz e, dar nêz in... Sîso hinekî din jî çû.. Wî rêya xwe xelas kir û aveke mezin, aveke bêserûber dît. Erê, ev behr bû. Sîso her tim behr di pirtûkan de dîtibû. Lê ev behr ji behra di pirtûkan de xweşiktir bû. Behr şîn bû, paqij bû, dawiya behrê xuya nedibû. Sîso bextewar bû.. | |||
| 1. Çîroka Şêro - A1 level for Beginners | 12 Apr 2021 | 00:07:57 | |
Listen to story carefully and answer the questions! Çîroka Şêro, Şêro navê pisîkê Delalê ye û ew 2 salî ye. Çavên Şêro rengîn in. Çavekî wî kesk e û çavekî wî jî şîn e. Ew pisîkekî summer û şêrîn e. Şêro pisîkekî zana ye. Ew bi Kurdî, Frensî, Portekizî û Inglîzî dizane. Hevalên Şêro gelek in û Şêro ji hevalên xwe pir hez dike. Ew gelek caran bi hev re diçin nêçîra mişkan. Questions - Pirs 1- Navê pisîkê Delalê çi ye? Navê pisîkê Delalê Şêro ye. 2- Şêro çend salî ye? Şêro du salî ye. 3- Çavên Şêro reş in? Na, çavên Şêro rengîn in. Yek kesk e û yek şîn e. 4- Şêro pisîkekî tiral e? Na, Şêro pisîkekî zana, şûm û şêrîn e. 5- Şêro bi kîjan zimanan dizane? Şêro bi Kurdî, Frensî, Portekizî û Inglîzî dizane. 6- Şêro bi hevalên xwe re çi dike? Şêro bi hevalên xwe re diçe nêçîra mişkan. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons | |||